Gava tu çu sözleri, Raperin & Seyda Perinçek Gava tu çu şarkı sözü - akornet
A B C Ç D E F G H I İ J K L M N O Ö P Q R S Ş T U Ü V W X Y Z 0-9
 


 
Gava tu çû    
Dil ma li dû...
Ez û ez     Man rûbirû...
Evîn dijwar e,
Tev pêt û  are.
Birînên xedar 
mane bêçare..
Bi hêvî bûm,
Min gotê were,
Min ji ku zanîbû,
Tu venagere...
 
Ez canê te bûm,
Tu cana min bû
Ji te qetandin,       
Bo min mirin bû...
Ez nêzî te bûm
Tu dûrî min bûy,
Ez tim ê te bûm,
Tu ya yekî din bûy
          
Ez mirî me -
Tu zindî ye, -
Min ji ku zanîbû,
Te min kuştiye -

Ez Memê te bûm,
Tu nebûyî Zîn.
Piştî tu çuyî, -Bûm har û dîn...
Ketim ranebûm,
Carek şa nebûm.
Ên ku min dikuşt,
Xeyalên te bûn
Dilê  min sêwî
êşeke bêdawî.
Nema zindî dibin
Heviyen mıri
 Paylaşan Üye: Hasan çelik (Şanlıurfa)